Daristanên Efrînê tên şewitandin

Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve ji heyama 3 rojan ve agir berdidin çiyayê Hawarê, çiyayên Reco, daristanên û navçeya Şera a Efrînê û heta niha agir berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser  wê ve ji heyama 3 rojan ve agir berdidin çiyayê Hawarê, çiyayên Reco, daristanên û navçeya Şera a Efrînê û heta niha agir berdewam e.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, çend roj in grûpên çekdar ên li Efrînê rojane bi awayekî sîstematîk agir berdidin kelemên çiyayê Hawarê, geliyê Tîra û geliyê Sarisînê û derdora gola Meydankê.

Wî jêderî da zanîn jî, agir her diçe ferehtir dibe ji encama agir bi sedan darên zeytûn, hinar û darên din ên curbicur hatine şewitandin û metrisî li ser gundên nêzîkî wan kelam û daristanan çê kiriye.

Amaje bi wê yekê jî kir, xelkê Efrînê navendên artêşa Tirkiyê yên li Efrînê agahdar kirine, lê ta niha ew agir bi kedên welatiyên Efrînê karîn kêm ên navendên Berevaniya Medenî hewla vemirandina agir tê dayîn.

Nayê zanîn ji ber çi sedemê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar agir birdidin çiya û daristanên Efrînê.

Berî çend hefteyan artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar daristanên li derdora gola Meydankê û girava di nava golê de şewitandibûn.

 

S. B

Daristanên Efrînê tên şewitandin
Daristanên Efrînê tên şewitandin
Daristanên Efrînê tên şewitandin
Daristanên Efrînê tên şewitandin
Daristanên Efrînê tên şewitandin
Daristanên Efrînê tên şewitandin
Daristanên Efrînê tên şewitandin