Soylu: Emê ala Tirkiyê li Qendîlê biçikînin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: Ewê ala Tirkiyê li çiyayê Qendîlê daçikînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: Ewê ala Tirkiyê li çiyayê Qendîlê daçikînin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li bajarê Mêrsînê axivî û got, wan biryara xwe dane û dê biçin Qendîlê û şerê PKKê bikin. PKK zarokan direvîne çiyan û şerê leşker û polîsên dike.

Soylu di heman axaftina xwe de rexne li HDPê jî girt û got, HDP partiya PKKê ye û wekî şaxa PKKê kar dike. îro Akşener û Muharrem Înce ji bo çend dengên zêde daxwaza azadiya wî dikin.

Demek e artêşa Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û dest bi operasyona li dijî Qendîlê kiriye.

Li ser vê operasyonê jî, îro Endamê Komîteya Rêveber ya PKKê Mûrat Karayilan ragihand, AKP bi vê operasyonê propagandaya hilbijartinan dike. Eger bên Qendîlê gelo zanin ku wê rastî çi bên? Hatina Qendîlê ne hêsan e.

 

S. B