Şepêla Sedir bi yasa hebûna Amerîka li Iraqê qebûl dike

Selah Ubêdî: Malikî sedema herî serekî ya wan aloziyan e ku rastî Iraqê hatine, lewma zehmet e em qebûl bikin ku Malikî postê serokwezîr werbigire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê Şepêla Selah Ubêdî ragihand, ku ew ne li dijî wan rêketinan in, yên ku li gorî yasayan rê bi hêzên Amerîkî didin, ku meşq û rahênanê bi hêzên Iraqî bikin

Derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê Selah Ubêdî diyar kir, ku di nava du heftiyên dahatî de, wê mezintirîn firakisyona perlemanî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû were erkdarkirin.

Derbarê wergirtina postê serokwezîriyê ji aliyê Nûrî Malikî ve, Ubêdî got: Malikî sedema herî serekî ya wan aloziyan e ku rastî Iraqê hatine, lewma zehmet e em qebûl bikin ku Malikî wî postî werbigire.

Navhatî eşkere jî kir, ku rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir dijatiya wan rêketinan nake, ku rê li ber hebûna hêzên Amerîkî li nav Iraqê vedikin bi mebesta ku hêzên Iraqî rahênan bikin.

N.O