DAIŞê li Parîsê welatiyek kuşt û çar jî birîndar kir

Ew kesê ku êrîş kiriye, xelkê Çeçanistanê ye, di cihê bûyerê de, piştî ku êrîşa xwe encam daye, ji aliyê Polîsên Frensî ve hat kuştin û dê û bavê wî jî hatin girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Kesekî ser bi girûpa DAIŞê ve, bi kêrê êrîşî hejmareke welatiyan li Parîsa paytexta Frensayê kir û di encamê de, kesek hat kuştin û çar jî birîndar bûn.

Ew kesê ku êrîş kiriye, xelkê Çeçanistanê ye, di cihê bûyerê de, piştî ku êrîşa xwe encam daye, ji aliyê Polîsên Frensî ve hat kuştin û dê û bavê wî jî hatin girtin.

Ji aliyê xwe ve, serokê Frensa Emmanuel Macron dilgiraniya xwe derbarê wê êrîşê ragihand û destxweşî li polîsan kir, ku karîbûn bilez destwerdanê bikin û wî êîşkarê bikujin.

Hevdem li gel bûyerê, girûpa DAIŞê berpirsatiya xwe li ser encamdana wê êrîşê ragihand.

N.O