Hikûmeta Iraqê dixwaze mûçeyê fermanberan kêm bike

Nêzîkî 2 melyon û 890 hezar fermanber li Iraqê hene, mûçeyê wan yê 36 tirilyon Dînar derdikeve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê Kurd di Perlemana Iraqê de Mesûd Heyder ragihand, Hikûmeta Iraqê, bi niyet e bi rêjeya 20% mûçeyê fermanberan kêm bike.

Mesûd Heyder ku di heman demê de endamê komîta diravî ya Perlemana Iraqê ye, taybet ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, li gorî ew zanyariyên ji civîna di navbera hikûmeta Iraqê û sindoqa diravî ya navdewletî û banka navdewletî de bidest wî ketine, ji hikûmeta Iraqê hatiye xwestin ku xerciya xwe kêm bike, û hikûmet jî bi niyet e mûçeyê fermanberên xwe kêm bike.

Heyder diyar kir, ku hikûmeta Iraqê qerzek ji sindoqa dirava navdewletî û banka navdewletî xwestiye, wan jî çendîn merc li ber Iraqê danîne, yek ji wan mercan kêmkirina xerciya Iraqê ye.

Navhatî zelal kir, ku rêjeya fermanberan li Iraqê gellekî mezin e û nêzîkî 2 melyon û 890 hezar fermanber li Iraqê hene, mûçeyê wan yê 36 tirilyon Dînar derdikeve.

Heyder got jî: "Mercê sindoqa diravî û banka navdewletî ew bû, ku bi qasî 7 tirilyon Dînar xerciya Iraqê bê kemkirin, ew merc jî bi kêmkirina rêjeya 20% ji mûçeyê fermanberan tê bicîkirin."