Angela Merkil û Nêçîrvan Barzanî li çareseriyekê digerin

Biryar e şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Perlemana Almanya jî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê li gel şêwirmenda Almanya Angela Merkil û wezîrên derve û berevaniya wî welatî bicive.

Duh Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel wî, bi serdaneke fermî gehiştin paytexta Almanya, li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e îro li gel Şêwirmenda Almanya, Wezîrê derve û wezîra berevaniya wî welatî bicive.

Herweha biryar e şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Perlemana Almanya jî bike, naveroka civînan jî, wê şerê li dijî DAIŞê û pêwendiyên di nav Hewlêr û Bexdayê û çarekirina pirsgirêkan be.

Berî niha jî wezîrê derve yê Almanya destpêşxeriyek ji bo çarekirina kêşeyan di nav Hewlêr û Bexdayê de amade kiribû, lê ji ber ku Ebadî rê neda wezîrê Almanya ku serdana Herêma Kurdistanê bike, ew destpêşxerî hat rawestandin û wezîrê derve yê Almanya serdana xwe ji bo Iraqê hilweşand.