PDK û YNK hevpeymaniya lîsta Saîrûn û Fetih erênî dibînin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke hevbeş de, hevpeymaniya di navbera lîsta Saîrûn a Muqteda Sedir û Fetih a Hadî Amirî de bi erênî binav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke hevbeş de, hevpeymaniya di navbera lîsta Saîrûn a Muqteda Sedir û Fetih a Hadî Amirî de bi erênî binav kirin.

Polîtburoyên PDKê û YNKê daxuyaniyek hevbeş belav kirin û tê de hat, “YNK û PDK, xwe û gelê Kurdistanê ji metirsiya wan kêşeyan, li Kurdistanê û Iraqê dûr xistin û me gelek hewl mezin jî dane, ku berdewam beşek bin ji çareseriyê, li gorî destûr û yasayên hilbijartinan, ji bo wê yekê jî şandên hevbeş ên her du aliyan bi şêwira li gel hev, me serdana hemû aliyên Iraqî kir û me helwesta xwe ji wan re ragihand.”

li ser hevpeymaniya Saîrûn û Fetih ragihandin, “Bi hewla dilsozan ji bo derbasbûna welat ji aloziya siyasî, hewlek bo hevpeymaniya navbera Saîrûn û Fetih hate ragihandin. Polîtbîroyên YNK û PDKê, vê gavê bi erênî dizanin û di baweriya me de, ev destpêka nexşerêyeke siyasî û hevpeymaniyeke baş e ji bo derbaskirina vê rewşa siyasî ku ketiye binbesta siyasî, bê gûman YNK û PDK helwêsteke hevbeş ji xwe nîşan didin û di demeke herî nêzîk de, şandeke hevbeş bo gotubêjan pêk tînin.”

Di beşeke din de a daxuyaniya hevbeş a PDK û YNK de amaje bi wê hatiye kirin: “Hêvîdar in, tevahiya aliyên Kurdistanî û Iraqî, xalên hevbeş bi ser xalên nakok de bixin û pêkve berpirsatiya hikûmeteke lihevkirina niştimanî bo raperandina erkên hevbeş pêk bînin û yekrêziya niştimanî biparêzin.”

Duh, Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir û Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ji bo pêkanîna mezintirîn Hevpeymanî di nava parlemantoya Iraqê de lihev kirin.

 

S. B