Rûsya: Em dê bersîva kiryarên Londonê bidin

Balyozê Rûsyayê li Londonê Aleksandr Yakovenko, bi gotinên tund dorpêçên Brîtanya hemberî Rûsyayê rexne kir û diyarkir ku, ew dê bersîva Londonê bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Balyozê Rûsyayê li Londonê Aleksandr Yakovenko, bi gotinên tund dorpêçên Brîtanya hemberî Rûsyayê rexne kir û diyarkir ku, ew dê bersîva Londonê bidin.

Yakovenko di kenala telewizyonî ya Rûsî NTV de beşdar bû û liser tometên Londonê ku sîxûrê berê Skripal jehr kiriye, bersîv dan.

Ligor Yakovenko; “Londonê bêbîngeh tewanan mezin li Moskow kirin e û Rûsya dê bersîva van tometan bide û em li Britanya naborin, lê em dê di çarçoveya huquqê de berîvên xwe bidin”.

Britanya bi egera jehrkirina sîxûrê berê Skripal û keça wî Moskow tewanbar kiribû, 23 diplomatên Rûsya dersînor kiribû û gelek dorpêçên din hemberî Moskow girtibûn rojeva xwe.

 

C.B