Jinên Qamişlo ji NY re: Bi hawara Efrînê ve biçin

Li Qamişlo rêxistinên jinan ji Netewên Yekgirtî û welatên xwedî biryar xwastin bi hawara xelkê Efrînê ve biçin û çareyeke lezgîn ji wan bibînin.

K24 – Qamişlo

Li Qamişlo rêxistinên jinan ji Netewên Yekgirtî û welatên xwedî biryar xwastin bi hawara xelkê Efrînê ve biçin û çareyeke lezgîn ji wan bibînin.

Li bajarê Qamişlo hejmarek jin û nûnerên hin partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan, li pêş nivîsîgeha Netewên Yekgirtî ji bo piştgiriya xelkê Efrînê mangirtinek lidar xistin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, di mangirtinê de bangeke alîkariya xelkên Efrînê hate xwendin, ku tê de ji Netewên Yekgirtî û welatên xwedî biryar xwastin ji bo rewşa xerab a Efrînê bi erkê xwe rabin û çareyeke lezgîn ji wan bibînin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adara bûrî ve bajarê Efrînê girtin, di encamê de zêdeti ji 200 hezar welatiyên Efrînî derbider bûn û di rewşeke mirovî ya xirab de dimînin.

Her wiha xelkê di bajarê Efrînê de jî mene, li ser destê wan grûpên çekdar rastî dizî, talan, girtin û kuştinê tên, ev yek jî ji bilî kêmbûna xwarin, vexwarin, derman û hemû pêwîstiyên jiyanê.