Kurdekî din ê Rojhilatê Kurdistanê hat bidavekirin

Welatiyekî Kurdê Rojhilatê Kurdistanê li başûrê Îranê hat bidarvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyekî Kurdê Rojhilatê Kurdistanê li başûrê Îranê hat bidarvekirin.

Li gor zanyariyên Navenda Mafên Mirovan a Kurdistanê, îro berbangê welatiyekî Kurd li zîndana Bender Ebas li başûrê Îranê hat bidarvekirin.

Aşkere kir jî, ew welatiyê Kurd temenê wî 46 salî ye û xelkê parêzgeha Loristanê ye, bi tometa kuştina bi qest ji aliyê dadgehê ve cezaya bidarvekirinê li ser hatibû sepandin.

Li gor amarên Navenda “Hingaw” a Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, ji sedî 70 ji kesên di meha Tîrmeha bûrî de li Îranê hatine bidarvekirin, welatiyên Kurd in.

 

S. B