Berovajiya karbidestan, li Tirkiyê qeyrana aborî ya kûr heye

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, piştî civîna Desteyê Karger a Navendî daxûyaniyek encamî ragihand raya giştî, ku gihand destê K24 jî

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, piştî civîna Desteyê Karger a Navendî daxûyaniyek encamî ragihand raya giştî, ku gihand destê K24 jî.

En naveroka daxûyaniyê ye:

Berovajiya karbidestan, li Tirkiyê qeyrana aborî ya kûr heye.

Desteyê Karger a Navendî (DKN) ya Partiya Sosyalîst a Kurdîstan-PSK, di 22ê Îlonê li Amedê civîya. DKN di civînê da hur usa biryar da, ku belavoka jêrî pêşkeşê bîrurayê giştî bike.

Şerê navxweyî û bi wekaletê Suriyê berdewam e rewşa vê welatê roj bi roj aloztir dibe. Aliyên şerê hanê bona, ku di duwerojê Suriyê da bibine xudanê biryar, şuna ku bo çareser kirina pirsgirêkan hewl bidin, bi alikariya xulamên xwe yên herêmî ve agirê şerê geştir dikin.

Dewleta Tirkiyê, bona ku nehêle Kurd di vê welatê da bibe xudanê statuyek, bi tank û top ketê axa Kurdistana Rojava û di vê welatê da asê bûye.

Dewleta Tirkiyê Efrînê dagir kir û bi eşkere gefa dagir kirina Kurdistana Rojava dixwe. Siyaseta hanê ya dewleta Tirkiyê bûye sedemek ji sedemên bê saqamgirî û bê aramiya Suriyê.

Divê dewleta Tirkiyê dev jê siyaseta xwe ya dagirkerî û êrîşkar berde, deskevtên Kurdan wekî xeterek li ser aramî û asayişa Tirkiyê nebine. 

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekî dinê banga dewleta Tirk dike, leşkerên xwe ji Suriyê bikşine. PSK piştgiriya xwe li xebata azadî û demokrasiya gelê Kurdistana Rojava dubare dike û daxwaz ji hêzên vê beşê welatê dike, ku hewl û xebata xwe bikine yek.

Li Tirkiyê li ser kaxizê Rewşa Awerte nîne, hatiye hilanin. Lê belê kar û kiryarên dij-demokratîk yên hikumeta AK Partî ji yên serdema Rewşa Awerte xiraptir in.

Maf û dadperwerî û huquq li Tirkiyê ketine binpê. Tirkiyê bi Biryarnameyên Serokkomar û bi gor dilê wî tê bi rêva birinê.

Berovajiya karbidestan, li Tirkiyê qeyrana aborî ya kûr heye.

Sedemên qeyrana hanê ne li derwe, di nava Tirkiyê da ne. Sedem siyasetên aboriya AK Partî ne, ku heya îro ci be ci dike. Siyaseta AK Partî a derbareyê pirsa Kurd e, ku dixwaze bi tundûtijiyê pirsa hanê çareser bike. Sedem şuna ku mafên serekî yên Kurdan bêne nasin, tundtir kirina operasyonên leşkerî ne, militarize kirina Kurdistan û siyaseta êrîşkar û gef xwarinê ye.

Hikumeta AK Partî bona ku ji qeyrana hanê xilas be, şuna ku mafên Kurdan binase û dev jê siyaseta êrîşkariyê berde, tund û tijiyê û zordariyê zêdetir dike.

Hikumeta AK Partî dixwaze ji qeyranê xilas be lê baca qeyrana hanê gel, feqîr û hêjar û zahmetkêşan bidin. Hikumeta AK Partî bona vê armancê jî kar û kiryarên xwe yên dij-demokratîk û zordariya tundtir dike.

PSK bona ku pêşiya siyaseta hanê ya hikumatê bê girtin, daxwaz ji hemu hêzên welatparêz û demokrat û aşitîxwaz dike, ku bo aşitî, azadî û demokrasiyê destê xwe bidine hevdu.

PSK bi vesileyê destpê kirina sala nu ya xwendinê, carekî dinê daxwaz dike ku divê zimanê Kurdî di hemû qonaxên perwerdeyê da bibe zimanê perwerdeyî  û daxwaz ji hemu aliyan dike, ku bona perwerdeyî ya wekhev û pirziman bi hevra kar û xebatê bikin.

Sibê salvegera yêkan a Rapirsiya Serxwebûnê ye û li Kurdistanê Başurê amadekarî bona hilbijartina Parlamento tê kirinê.

Kurdistana Başur, rû be rûyê gelek astengên aborî û siyasî ye û her roj dikeve ber êrîşa dewleta Îran û Tirkiyê. Di zirufê usa da encamdana hilbijartin nişan dide, ku daxwaza gelê Kurdistana Başur demokrasî ye.

Bi gor baweriya me hilbijartinê, ku dawiya vê mehê were encamdanê, wê bibe alikar bona, ku demokrasî bi xurtî cî be cî bibe.

PSK pîrozbayiya xwe pêşkeşê Hikumeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî û dem û dezgeyên hilbijartinê dike, ku bona serketina proseya hilbijartinê hewl dane; didin.

Gelê Kurd li Kurdistana Başurê parsal, bi encamdana Rapirsiya Serxwebûnê va vîn û daxwazê xwe nişanê hemu cihanê da.

PSK carekî dinê piştgiriya xwe li hewla cî be cî kirina encama rapirsiyê radigihine. Carekî dinê ji Dewleta Yekbûyî ya Amerika, Rusya û dewletên din yên mezin dikin ku, rêz li îradeya gelê Kurd bigrin, ku di 25ê Îlona sala 2017’an da eşkere kiriye.

Sedemek ji sedemên bê seqamgirî û bê aramiya navçeyê, siyaseta êrîşkar û dagirkeriya Rejîma Îslamiya Îranê ye.

Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê bi zordarî, bi tank û top bersiva daxwaza gelên Îranê yên azadî û demokratîk dide. Rejîma Îslamî guhê xwe nade daxwazên cihanê û her roj xortan, bi taybetî xortên Kurd dide sêdaran.

Rejîma Îslamiya Îranê, ku nikare pêşiya xebata azadiya gelê Kurdên Rojhilatê, Rasanê bigre, li Kurdistana Başurê karên terorîstî encam dide, bi muşekan êrîş dike ser baregehên partiyên Kurd yên Rojhilatî.

PSK carekî dinê piştgiriya xwe li Rasanê radigihine û siyaseta dij-mirovî ya rejîma Îslamiya Îranê mahkûm dike.

PSK daxwaz ji Koma Mîletan û dezgeyên navnetewî dike, ku pêşiya sêdaradanê xortên Kurd bigrin û dengê xwe li dijî êrîşa leşkerî ya rejîma Îranê bo ser partiyên Rojhilatê bilindtir bikin.

23 Îlon 2018

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

 

 

C.B