Aftonbladet: Kurdan ji bo Cîhanê şer kir. Cîhanê Kurd bi tenê hiştin

Mezintirîn rojnameya Swêdê Aftonbladet di gotarek sereke ya rojnameyê de ku ji alî Martin Schori ve hatî nivîsin, cîhan bi durûtî hemberî Kurdan wesf kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mezintirîn rojnameya Swêdê  Aftonbladet di gotarek sereke ya rojnameyê de ku ji alî Martin Schori ve hatî nivîsin, cîhan bi durûtî hemberî Kurdan wesf kir.

Di gotarê de hatiye nivîsîn:

“Kurdan qurbaniyên mezin hemberî terora DAIŞê da. Cîhanê pere rijandin, lê dê û bavên Kurd law û keçên xwe hinartin bereya şer.

Cîhan bi gotinên mezin ji bo Kurdan diaxifî, Kurd bûbûn stêrkên cîhanê.

Lê, her tişt bi qedandina DAIŞê guherî.

Kurd li Iraqê welatê xwe yê serbixwe bidest nexistin, ji cîhê wê tanqên Bexdayê berê xwe dan wan.

Niha jî Kurdên Suriyê, ku bi mêrxasî Kobanê parastin, gava belafirên şerî yên Tirkiye wan bombarduman dikin, bi tenê hatine hiştin.

Diyar e di herêmê de Rusya û Tirkiye nêzîktirî hevûdu bûn e. Rewşa Amerika jî li herêmê her diçe qelstir dibe.

Rex Tillerson nedixwest milişyat bi piştgiriya Îranê êrîşê Kerkûkê bikin, lê kirin! Guh jî nedan Amerika. Niha gava “hevkarê” wan Tirkiye êrîşî Efrînê dike nikare deng jî bike”.