Eger heye îro Demîrtaş bê berdan

Rojnameya Cumhuriyetê: Wê îro dadgeh biryara dawî li ser azadkirina Demîrtaş bide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Tê çaverêkirin ku îro dadgeh biryara dawî li ser azadkirin an jî neazadkirina berbijarê HDPê yê Serokatiya Tirkiyê (Selahedîn Demîrtaş) bide.

Parêzer û perlemanterên HDPê heftiya derbasbûyî ji bo ku Demîrtaş bê azadkirin, serdana dadgeh û Komisyona Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê kiribûn.

Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, wê îro dadgeh biryara dawî li ser azadkirina Demîrtaş bide.

Hevserokê HDPê Sezay Temelî, derbarê azadkirina Demîrtaş got: Divê Demîrtaş di çarçoveya mafên destûrî de kar û barên xwe yên hilbjartinan  bike. Lewma em li bendî ne ku îro biryarek erênî derbarê Demîrtaş bê stendin.

Berî çend rojan parêzerê Selahedîn Demîrtaş ragihandibû, ku nêzîk wê Demîrtaş bê azadkirin, lewra rîo egereke mezin heye ku Demîrtaş ji Zindanê derkeve.

Demîrtaş di 4ê Cotmeha 2016an de hat girtin, bi tometa ku pêwendiyên wî bi PKKê re hene û bangeşeyê ji wê partiyê re dike.

N.O