HSD: Termên hejmarek ji serbazên Tirkiyê di destê me de ne

Malpereke nêzîkî YPG: Hêzên Sûrya Demoqrat karîn 15 serbazên artêşa Tirkiyê bikujin û termên wan ji bo Ezazê hatin veguhestin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûrya Demoqrat dibêje, bizava Tirkiyê di dagîrkirina Efrînê de bi ser neket û 15 serbazên artêşa wê hatine kuştin.

Serkirdaytiya Hêzên Sûrya Demoqrat di daxuyaniyekê de ragihand, hêza wan karîbû bizavên Tirkiyê di dagîrkirina bajarê Efrînê de bişkîne û hejmarekê ji serbazên wê bikuje.

Daxuyaniyê zelal kir, ku duh dernegê şevê, Hêzên Sûrya Demoqrat operasyonek li dijî artêşa Tirkiyê li 5 navçeyan destpê kir û artêşa Tirkiyê bi temamî ji wan navçeyan derket, ew operasyon li gundên Edma, Şadya, Sukî, Şingîlî yên ser bi Raco ve hat encamdan û li gorî ajanseke nêzîkî YPG Hêzên Sûrya Demoqrat karîn 15 serbazên artêşa Tirkiyê bikujin û termên wan ji bo Ezazê hatin veguhestin.

Duh artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê dest bi operasyona bejayî li bajarê Efrînê kirin.