Almanya kar ji bo vegerandina beşekî penaberan dike

Li gorî rêketina Almanî – Ispanî, her penaberek navê xwe li Ispanya dabe û piştre berê xwe dabe Almanya, divê di nava 48 demjimêran de ji bo Ispanya bê vegerandin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ispanya û Almanya riyeke hevbeş ji bo çarekirina kêşeya penaberan dîtin û herdu aliyan li ser çawaniya vegerandina penaberan lihev kirin.

Li gorî malpera Sputnik a Rûsî, şêwirmenda Almanî Angela Merkil rêketinek li gel Ispanya kiriye û ew rêketin bi erênî binav kiriye û gotiye: Wê Almanya wek Ispanya, derbarê vegerandina penaberan li gel Yûnanê rêketinekêl bike.

Di kongireyekî rojnamevanî de li gel serokwezîrê Ispanya, Angela Merkil got: Pêwîst e tevahiya welatên Ewropa li ser sîstemeke wekhev û pêşketî lihev bikin, daku ew penaberên mafê akincîbûnê wernegirtine, ji bo welatên wan bên vegerandin.

Li gorî rêketina Almanî – Ispanî, her penaberek navê xwe li Ispanya dabe û piştre berê xwe dabe Almanya, divê di nava 48 demjimêran de ji bo Ispanya bê vegerandin.

N.O