Ava Entertainment TV dest bi weşana xwe kir

Di dîdarek taybet de bo K24, Xwediyê kanal a Ava Entertainment Mistefa Bayram, liser dest bi weşan a Ava Entertainment TV axifî.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dîdarek taybet de bo K24, Xwediyê kanal a Ava Entertainment Mistefa Bayram,  liser dest bi weşan a Ava Entertainment TV axifî.

Bayram destnîşankir, ku Ava Entertainment TV kanalek pirreng e û ev 5 sal in kar liser vekirina vê kanalê dikin. Armanca wan a vekirina vê kanalê nîşandan a rengên niştimanî û çand a dewlemend a Kurdî bo cîhanê ye.

Mistefa Bayram tekezkir, ku hejmarek kanalên pêşkeftî yê nûçeyî yên Kurdî hene. Kurdistan24 nimûneya berçav e, ku tê de nimûneya kanalek pêşkeftî ya neteweyî û niştimanî xwe derdixe pêş. Avakirina Ava Entertainment TV jî, dê bibe rengvedan a çand û kultura Kurdî.

Bayram herweha diyarkir, ku K24 di proseyek dijwar de dest bi weşana xwe kir, lê karî  vê proseyê serkeftî bi encam bide, giringiyê bide nirxên niştimanî, lê kanalên din nekarîn di vê astê de bin.

Niha giringiya nîşandan a çand, kultur, huner û aliyên din ên civatî yên Kurdî xwe derxistiye pêş. Di pêvajoyek weha de kanal a Ava Entertainment TV dest bi weşana xwe dike û dê bibe platforma dewlemendiya nirxên civatî û kulturî yên Kurdî.

Bayram destnîşankir, ku ekrana Ava Entertainment TV dê bibe neynika çanda Kurdî ya her çar perçeyên Kurdistanê.

 

 

C.B