Liser krîza wîzeyê ligel Amerika, Erdogan hate deng

Di bersîva Erdogan de eşkere bû ku, biryara bersîvdayina Tirkiye hemberî Amerika ji alî wî ve bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyib Erdogan ku jib o seredanê li Ukrayna ye, liser krîza wêzeyî di navbeyna Amerika û Tirkiye de hate deng. Berî çûna xwe ya Ukrayna di belafîrgeha Ataturk a Stenbolê de Erdogan redkiribû, liser pirsê bersîva rojnamevanan bide.

Erdogan liser krîza wîzeyê got: “Ev biryar a Amerikayê cîhê dilgiraniyê ye. Biryara Balyozxaneya Enqere ya Amerikayê ne bi dilê me ye. Wezareta me ya derve pêngavên pêwîst avêtin e ê ligel Balyozxaneyê pêwendî danîne. Min ji Wezîrê me re got: Em ne eşîr în û ne welatê eşîran in. Amerika çi biryar li dij me wergirtibe, hûn jî bi heman awayî bersîvê bidin.”

Di bersîva Erdogan de eşkere bû ku, biryara bersîvdayina  hemberî Amerika ji alî wî ve bûye.

Duhî derange şevê Amerika ragihandibû ku, wizeyên jib o hevwelatiyên Tirkiye radigre. Amerika ev biryar bi egera gefên liser ewleyiya dezgeh û hevwelatiyên xwe li Tirkiye girtibû.