HDP: AK Partî bi zanabûn alozî û nakokiyan derdixe pêş

Şanda HDPê li Pirsûsa Rihayê lêkolîn kir û da xuyakirin, AK Partî bi zanabûn siyaseta xwe liser alozî û nakokiyên civakî bilind dike û bûyera Pirsûsê jî berhema vê siyasetê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda HDPê li Pirsûsa Rihayê lêkolîn kir û da xuyakirin, AK Partî bi zanabûn siyaseta xwe liser alozî û nakokiyên civakî bilind dike û bûyera Pirsûsê jî berhema vê siyasetê ye.

Şanda HDP ku ji rêvebir û parlamenterên HDP pêk dihat,  piştî lêkolînan li avahiya HDP a Pirsûsê civîneke rojnamevanî lidarxist.

Parlamenterê HDP Nîmetulah Erdogmuş da xûyakirin, bûyera li Pirsûse ne aloziya di navbeyna du malbat û du partiyan e, yekser girêdayî siyaseta desthilatê ye û zimanê desthilatê jî, nakokiyên nav civakê kûrtir dike.

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş jî da xûyakirin, AK Partî siyaseta xwe liser kûrkirina alozî û nakokiyên civakî bilind dike û hîn berê jî, di mîtîng û civînên Partiya wan de bombe hatine teqandin. Beştaş got, piştî ku Serokomar Erdogan ferman da, ku HDP di bin bendê de bê hîştin ev hatiye kirin û yekser desthilata AK Partî berpirsiyarê vê bûyerê ye.

 

 

C.B