Serkirdeyekî YNKê Ebadî bi “serkeftî” binav dike

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Qadir Ezîz daxwaza ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike mercên Bexdayê qebûl bike û radigihîne, pêwîst e Mexmûr bi ser Iraqê ve be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Qadir Ezîz daxwaza ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike mercên Bexdayê qebûl bike û radigihîne, pêwîst e Mexmûr bi ser Iraqê ve be.

Qadir Ezîz ji hevpeyvînekê de ligel li rojnameya “Kurdistana Nû” a ser bi rêxistinên YNKê ve rexne li hikûmeta Herêma Kurdistanê girt û pesnê rola Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ew bi kesekî “serkeftî” li hember Kurd û DAIŞê binav kir.

Qadir Ezîz dibêje: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê mercên Bexdayê qebûl bike.” Li gor wî jî, heger Herêma Kurdistanê mercên Bexdayê qebûl neke, ya ku sizaya xelkê Kurdistanê dide hikûmeta herêmê ye, ne Bexda ye.

Di beşeke din ya axaftina xwe de, ew serkirdê YNKê ku partiya wî bixwe di hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar e û kurê sekreterê koçkirî yê YNKê Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmetê ye, hikûmetê bi “gendel” binav dike û dibêje: “Hikûmeta herêmê ji ber gendeliyê petrola xwe radestî kompanyaya SOMO (Kompanyaya ku petrola Iraqê difiroşe) nekir, ta Bexda budceyê bide, ku bi xwe petrol difirot jî nikarî çarîkek ji mûçeyan bida. Ji bo çi Bexdayê tawanbar dike ku mûçeya xelkê Kurdistanê biriye û sizaya xelkê Kurdistanê daye.”

Herwiha ragihand jî “Pêwîst e YNKê wê yekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl neke, ku daxwaza abûra serbixwe dike û li dijî biryarên Bexdayê radiweste.”

Qadir Ezîz, berê Sekreterê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê bû û ji piştî raperînê ala Kurdistanê hilgirtibû, piştî tohmetbarkirina bi qorxkirina wê partiyê, piraniya endamên wê partiyê Qadir Ezîz ji partiyê dûr xist, piştre Partiya Ayindeya Kurdistanê ragihand, piştre jî bêyî ku di kongir de bê hilbijartin, wek endamê Polîtburoya YNKê hate destnîşankirin.