Fransa bi piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ve berdewam dibe

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê de ligel Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert tekezî li ser dostaniya gelê Kurdistanê û Fransayê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê de ligel Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert tekezî li ser dostaniya gelê Kurdistanê û Fransayê kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amade bû, dawî pêşhatên Iraq û navçê hatin guftûgokirin û tekezî li ser girîngîpêdana bi pêwendiyên dostane yên her du gelên Fransa û Kurdistanê hate kirin.

Mesrûr Barzanî piştevanî û hevkariyên Fransa ji Herêma Kurdistanê re bilind nirxand, ku bi berdewamî Fransa di qonaxên cuda de hevkar û piştevana gelê Kurdistanê bû.

Herwiha behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyekê ve û pêşveçûnên pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hat kirin û ew pêngav bi erênî hatin binavkirin.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û kontrolkirina dawî pêgeha DAIŞê û çareseriya siyasî li wê welatî hatin guftûgokirin û tekezî li wê hate kirin, ku pêwîst e di pêngavên bê de qurbanî û mafê hemû pêkhateyan li ber çavan bê girtin.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Fransa li Iraqê, hêviya serkeftinê di serokatîkirina kapîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji Mesrûr Barzanî re xwast û tekezî li ser ferehkirina pêwendiyên her du aliyan kir û ragihand, welatê wî bi piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ve berdewam dibe.  

 

S. B