Mesrûr Barzanî: Di encama xistina bi zorê ser bi Iraqê ve, tawanekî mezin bi mafê gelê Kurdistan hatiye kirin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di encama xistina bi zorê ser bi Iraqê ve, gelê Kurdistanê êş û zor dîtiye û tawana mezin bi mafê wê hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di encama xistina bi zorê ser bi Iraqê ve, gelê Kurdistanê êş û zor dîtiye û tawana mezin bi mafê wê hatiye kirin.

Di civînekê de ligel Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Hindistanê Vecay Komar de, ronahî xiste ser dawî pêşhatên şerê li dijî DAIŞê û pêwendiyên ligel her du aliyan û proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê, ya ku di 25ê Îlona îsal bi rê ve diçe.

Herwiha têr û tijî behsa rewşa siyasî, aborî û civakî hate kirin, ku bûne sedema serîhildana rêxistinên teroristî li navçê û Iraqê. Hevdem serkeftina leşkerî yên vê dawiyê li Mûsilê, bi têkşandineke mezin ya leşkerî li dijî DAIŞ binav kir, ku şikestina bîrokeya tundrewî li wê deverê pêwîstî bi kar û hevahengiya zêdetir heye.

Li hemberê, Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Hindistanê bi rêzî behsa rola qehremaniya Pêşmerge di şerê terorê de kir û qurbanîdana Pêşmerge û xebata gelê Kurdistanê li dijî gefên mezin bilind nirxand. Herwiha tekezî li wê kir, ku Hindistan di piştevanî û alîkariya zêdetir bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe.