Serok Barzanî Çarşema Sor pîroz kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî peyamek arasteyî Kurdên Ezdî kir ku, Çarşemiya duyem a meha Nîsanê wekî destpêka sala nû ev sedsalan in pîroz dikin. Pîrozbahiyên xwe ji bo Çarşema Sor gihandin tevayiya Êzdiyên li Kurdistanê û cîhanê dijin.
Serok Barzanî hêvî xwest ku, ev cejn bibe egera bidawîhatina hemû êş ên Êzdiyan û jib o wan û tevayiya mirovahiyê bibe destpêka rûpelek nû û paqij. Peyama xwe bi van gotinan bidawî anî: “Ez cêjna Çarşemiya Sor a hemû xwişk û brayên xwe yên Êzdî pîroz dikim”.
C.B