Balyozê YE li Iraqê: Nêzîk wê Nêçîrvan Barzanî serdana Bruksel bike

Balyozê YE li Iraqê: Yekîtiya Ewropa di warê abûrî û siyasî de, hevkariya Herêma Kurdistanê dike û di van nêzîkan de, wê Nêçîrvan Barzanî serdana Brukselê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blikwa ragihand, ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropa gellekî baş in û Yekîtiya Ewropa berdewam li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di pêwendiyê de ye.

Di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re, di dema birêveçûna Dîdara MERI de, Ramon Blikwa got: Ji destpêka derketina nakokiyan ve, me bizava çarekirinê kir, di Cotmeha sala derbasbûyî de ez hatim Herêma Kurdistan û ez li gel Serok Barzanî û nûnerên Hikûmetê civiyam, niha jî xwesteke erênî hevbeş heye û em dixwazin baweriyeke bêtir di navbera herdu aliyan de hebe.

Derbarê hilbijartinên Kurdistanê, Blikwa got: Piroseya hilbijartinan gellekî biserketî bû, ew jî dihêle ku bingeheke aram ji Hikûmeta dahatî re hebe.

Navhatî tekez kir, ku Yekîtiya Ewropa di warê abûrî û siyasî de, hevkariya Herêma Kurdistanê dike û di van nêzîkan de, wê Nêçîrvan Barzanî serdana Brukselê bike.

N.O