Serok Barzanî: Beşikcî ji me hemûyan re cihê şanaziyê ye

Serok Mesûd Barzanî îro pêwazî li dostê gelê Kurd, ronakbîr û dîroknivîsê Tirk Îsmaîl Beşikcî kir û Serok Barzanî ragihand, Beşikcî ji bo me hemûyan cihê şanazî ye û sembol, nêrînên wî yên di derbarê gelê Kurdistanê de cihê girîngîdaneke zêde ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro pêwazî li dostê gelê Kurd, ronakbîr û dîroknivîsê Tirk Îsmaîl Beşikcî kir û Serok Barzanî ragihand, Beşikcî ji bo me hemûyan cihê şanazî ye û sembol, nêrînên wî yên di derbarê gelê Kurdistanê de cihê girîngîdaneke zêde ye.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de Îsmaîl Beşikcî serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û yên meha Gulanê ya Iraqê bi girîng û watedar binav kir û ji bilî balkişandina li ser referandûma gelê Kurdistanê, tekezî li wê yekê kir ku ew serkeftinên lîsta PDKê balkişandina wê yekê ye, ku Serok Barzanî xwediyê doza rewa ya gelê Kurdistanê dike.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî helwestên Îsmaîl Beşikcî yên li ser doza rewa ya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe jî ji bo hewl û çalakî û nivîsên Beşikcî li piştgîrîkirina gelê Kurdistanê hebû û ragihand, Beşikcî ji bo me hemûyan cihê şanaziyê ye û sembol û nêrîn wî yên di derbarê gelê Kurdistanê cihê girîngîdaneke zêde ye.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste li ser referandûm û rûdanên şanzdeha Cotmehê, serkeftinên Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê. Ew yekê dupat kir, gelê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê bi sedema pêdagiriya li mafên gelê Kurdistanê û helwesta wê ya niştimanî padaşt kir û serkeftina PDK bi sedema bergirîkirina li maf û îradeya gelê Kurdistanê bûye.

Xweragirî û têkoşîna gelê Kurdistanê û dîroka xebata malbata Barzanî û devera Barzan mijareke din ê vê hevdîtinê bû.

 

S. B