Îstixbarata Iraqê 2 kadroyên YNKê li Dubiz desteser dike

Jêderekî taybet ji polîsa Kerkûkê ragihand, îstixbarata Iraqê şeva borî li qezaya Dubizê du kadroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî taybet ji polîsa Kerkûkê ragihand, îstixbarata Iraqê şeva borî li qezaya Dubizê du kadroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) desteser kirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê jî, navê wan her du kadroyan Adil Îsmaîl û Sitar Bekir in, piştî desteserkirinê jî berve cihekî nediyar birin.

Piştî bûyerên roja 16ê Cotmeha bihûrî û radestkirina bajarê Kerkûk û Xurmatê ji aliyê hin berpirsên partiyeke siyasî ji mîlîşyayên Heşda Şeibî  û hêzên Iraqî re, rewşa ewlehiyê ne aram e û heta niha ji ber wê êrîşê zêdetir ji 180 hezar kes koçber bûne.

Dubiz qezayek e ser bi parêzgeha Kerkûkê ve ye û 40 K.M ji bajarê Kerkûkê dûr e.