Bi tometa PKKê jê 4 zarok, 14 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Edeneyê 4 zarok bi giştî 14 kes bi tometa amadekariya çalakiyan û endamtiya PKKê hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edeneyê 4 zarok bi giştî 14 kes bi tometa amadekariya çalakiyan û endamtiya PKKê hatin binçavkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, ji ber nêzîkbûna salvegera 15'ê Tebaxê ya destpêkirina şerê çekdariya PKKê, li hin bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê operasyon encam dan.

Hêzên Dijîterorê yên Tirkiyê, li Edeneyê bi tometa ku amadekariya çalakiyên Molotof û xwepêşandanan dikin, êriş birin ser gelek mal û navnîşanan û deriyên wan deveran şikandin.

Hat ragehandin di operasyonê de 14 kes hatin binçav kirin ku di nav de 4 zarok jî hene.

 

S. B