Li Tileferê, DAIŞ baregehên xwe yên sereke vala dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê bilez dest bi valakirina hejmarek ji baregehên xwe yên Tileferê dikin.

Jêderekî agahdar ji parêzgeha Neynewayê ragihand, piştî ku di çend rojên borî de hejmarek ji baregehên DAIŞ li Tileferê hatin armanckirin û hejmarek ji fermandar û çekdar hatin kuştin, DAIŞ bi şevê baregehên xwe vala dikin.

Wî jêderî got, çekdarên DAIŞê piştî ku gûmana wan çê bû ku hin xelkê Tileferê pêwendiya wan bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re hebe, bilez dest bi guhartina cihê xwe kirin, ji ber ku bombebaranên ku bi riya firokeyan hatine kirin, bi hûrî bûne û ziyaneke mezin gihandine DAIŞê.

Wî jêderî amaje bi wê jî da, çekdarên DAIŞê tenê ala reş li ser baregehên xwe hêştine û neanîne xwarê, ji bo morala çekdarên DAIŞê danekeve.

Di çend rojên borî de firokeyên şer hejmarek ji baregehên DAIŞê li qezaya Tileferê armanc girtin û di encamê de hejmarek ji fermandar û çekdarên DAIŞê hatin kuştin.