Malikî ji Kurdistan24ê re: Doza Kurd doza me jî ye

Nûrî Malikî: Daxwazên Kurdan daxwazên me ne jî û em û Kurdan di piroseya siyasî ya Iraqê de hevpar in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berî demekê civîna serokê Iraqê (Fûad Meisûm) li gel nûnerên aliyên siyasî yên Iraqê bidawî hat.

Piştî civînê, serokê lîsta Dewleta Yasa Nûrî Malikî, taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew piştevaniya dozên welatiyan dikin.

Malikî diyar kir, ku di çend rojên dahatî de, ewê bêtir nêzîkî lîsta Fetih bibin û niha ew kar ji bo hevgirtina mezintirîn firakisyona perlemanî û pêkanîna Hikûmeta nû dikin.

Herwiha got: Daxwazên Kurdan daxwazên me ne jî û em û Kurdan di piroseya siyasî ya Iraqê de hevpar in.

Îro bê amadebûna serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, aliyên siyasî li gel serokê Iraqê (Fûad Meisûm) civiyan.

Di civînê de, rewşa Iraqê û encamên hilbijartinan û daxwazên xwepêşanderên parêzgehên başûrê Iraqê hatin gotûbêjkirin.

N.O