KCK: Ew ji têkilya di navbera YPG û Amerîka de fêm nakin

Altûn: Rewşa li Sûryê hiştiye ku Amerîka neçar bibe têkilyên serbazî bi YPG re deyne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê konseya rêvebir ya KCKê Riza Altûn ji ajanseke nêzîkî PKKê re  got: Divê têkilî û pêvajoya di navbera YPG û hevpeymana navdewletî de were fêmkirin, ji ber ku heya niha têkilyên wan tenê serbazî ne.

Bi gotina Altûn heya niha ti pilan ji bo çespandina wan pêwendiyan tune, û heya ew têkilî werin çespandin divê bibin xwedî bingeheke siyasî û stiratîjî.

Herweha Altûn got jî: Rewşa li Sûryê hiştiye ku Amerîka neçar bibe têkilyên serbazî bi YPG re deyne.

Navhatî eşkere kir, ku hevpeymana navdewletî bi riya wê pêwendiyê dixwaze Kurdan ji nasnameya wan ya sosyalîstî qut bike û wan bi ser empiryalîstê de vekin, û ew yek kiriye armanca xwe ji bo berdewamiya pêwendiyê, lê Kurd wê yekê qebûl nakin.