Amerîka û Îsraîl li ser kuştina Qasim Suleymanî lihev kirin

Piştî sê salan ji nakokiyê li ser Fermandarê Feyleqa Qudisê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî, Amerîka “glopa kesk” ji Îsraîlê re pêxist ji bo Suleymanî bikuje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî sê salan ji nakokiyê li ser Fermandarê Feyleqa Qudisê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî, Amerîka “glopa kesk” ji Îsraîlê re pêxist ji bo Suleymanî bikuje.

Rojnameya “El-Cerîde” a Kiwêtî di raportekê de li ser zarê jêderekî agahdar ji ajansa hewlagîriyê ya Îsraîlê (Mossad) belav kir, “Sê sal in di navbera Amerîka û Îsraîlê de nakokî li ser rol û pêgeha Qasim Suleymanî hene, yê ku serperiştiya şerên Îranê û mîlîşyayên ser bi wê ve li Libnan, Sûriye, Iraq û Yemenê dike. Lê vê carê Amerîka glopa kesk ji Îstixbarata Îsraîlê re pêxist ku heger karî, Suleymanî jinav bibe.

Li gor wî jêderî ji rojnameyê re gotiye: “Berpirsekî pilebilind ya Mossadê da zanîn ku berî 3 salan egerek hebû Îsraîlê Qasim Suleymanî li nêzîkî Şamê bikuje, lê Amerîka bi awayekî Suleymanî bi wê plane hişyar kir, ew jî bû sedema têkçûna plana kuştina wî.”

Li gor wî jêderî jî, ev karê Amerîka bû sedema nakokiyeke mezin di navbera ajansa hewlgîriya Îsraîlê (Mossad) û Amerîka de.

Got jî, piştî 3 salan,niha têgihêştineke Amerîkî – Îsraîlî derbarê metirsiya tevgera Qasim Suleymanî de çê bûye û her du alî hevnêrîn in ku Suleymanî bûye gefek li ser berjewendiya her du welatan.

Ji aliyekî din ve, hin zanyarî ketine destê wê rojnameyê, ku serkirdê Îranî yê duyem di pişt Suleymanî re li Sûriyê, bi navê Mihemed Riza Felah Zade ye, ku bi navê “Ebû Bekir” tê nasîn û ew bixwe cîgirê fermandarê “Ketîbeya 18000” e.

Li gor wî jêderî, desthilatên zêdetir di destê Ebû Bekir de di meydana Sûrî de hene û di çarçova şanda Îranî de jî beşdarî kongreya Astaneyê de bû. Herwiha ew hevrêzî û hevahengiya serdana şandên leşkerî û şêwirmendên Îranî ji bo Sûriyê dike û niha bûye armancê opozîsyona Sûriyê Îsraîlê û hewl didin wî jinav bibin.