Kurdistan Li Mêrdînê 15 mamoste hatin binçavkirin

Li Mêrdînê 15 mamoste hatin binçavkirin
Rêvebergeha Ewlekariyê / Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Qoserê yê bajarê Mêrdînê 15 mamoste hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Qoserê bi hinceta li gor fermanên PKKê tev geriyane û çalakiyên ne yasayî û bangeşeya PKKê kirine li dijî mamosteyan lêpirsîn dan destpêkirin.

Li ser vê yekê polîsên dijî terorê bi awayekî hevdem operasyon pêk anîn û bi ser malan de girtin û 15 mamoste hatin binçavkirin.  

Lêpirsîna mamosteyan li Rêvebergeha Ewlekariyê tê bi rê ve birin.