MHP ji bo Stenbolê namzetê şaredariyê nîşan nade

Wekî encamek ji Hevpeymaniya di navbeyna MHP û AK Partî de, Dewlet Bahçelî diyarkir ku, MHP ji bo Stenbolê namzet ji bo şaredariyê nîşan nade

K24 – Navenda Nûçeyan

Wekî encamek ji Hevpeymaniya di navbeyna MHP û AK Partî de, Dewlet Bahçelî diyarkir ku, MHP ji bo Stenbolê namzet ji bo şaredariyê nîşan nade.

Partiya Tevgera Neteweperst MHP eşkere kir: Di hilbijartinên şaredariyan de ji bo Stenbolê namzet nîşan nadin.

Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî digel rojnamevanên partiya xwe civiya û da zanîn ko li Stenbolê dengê wan diyar e û ew nikarin serbikevin. Bi aramnca piştgirîkirina AK-Partiyê ew ê li Stenbolê nazmet nîşan nadin. Lê ji bo bajarên wekî Enqere û Îzmîrê dê digel AK-Partiyê gotûbêj bikin û piştre biryar bidin. Serokê MHPyê herwiha diyar kir ko ew ê li 30 bajarên bakurê Kurdistanê jî bi armanca tinekirina deshilatdariya PKKyê dê digel AK-Partiyê hevkarî bikin.

Çend roj berê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî gotibû ew dixwazin digel MHPyê wekî hilbijartinên 24ê Hezîranê, di hilbijartinên şaredariyan de jî digel MHPyê hevpeymanî bikin.

 

 

 

C.B