Erdogan: Ger gef were ser me, em dê hesab bipirsin!

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyarkir, ger girêdayî çekên ketin e destên YPG bi awayek rojek bibin gef liser Tirkiye, dê hesabê wê ji wan welatên çek dayî bipirsin!

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyarkir, ger girêdayî çekên ketin e destên YPG bi awayek rojek bibin gef liser Tirkiye, dê hesabê wê ji wan welatên çek dayî bipirsin!

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan da xuyakirin, niha Sererkan, tevî fermandar û Wezîrê Navxweyî li bakurê Kurdistanê ne û bibiryar in ku têkoşînên xwe berdewam bikin. Da xuyakirin, ew ti carê rê nadin ku li bakurê Sûriyê dewletek bê damezrandin.

Receb Tayîb Erdogan diyarkir>: "... Me bi operasyona Mertala Feradê nehîşt ku seranserê sînorê Sûriyê korîdorekê terorê bê dirustkirin. Mixabin, welatên ku em dost û hevalbend dizanin, bi rêxistinên ku dixwazin axa Tirkiyê parçe bikin re hevkarî dikin. Dibêjin çekên ku dan e van rêxistinan, dê pişt re jiwan werbigrin û bivê dixwazin Tirkiyê bixapînin, Ewê di dawiyê de bibînin ku şaşiyên jiyanî dikin. Lê wê demê êdî veger namîne. Digel hemû haşyariyên me, yên ku çek didin van rêxistinan, eger fîşekek hember Tirkiyê bê avêtin û dilopek xwîn bê rijandin, emê hesabê vê ji wan welatên ku çek didin bipirsin.

Bila hemû cîhan vê bizane, em ti carê destûr nadin ku li bakurê Sûriyê ser sînorên me dewleteke terorîst bê damezrandin. Yên ku piştevaniya wan dikin jî ew dê vê rastiyê bibînin.

Bi mertala Feradê, çawa me 2 hezar kîlometre çargoşe xak kontrol kir, jivir û pê ve jî dê heman tiştê bike. Me ji hevalbendên xwe re jî heman tişt gotiye. Tirkiye ne dewleteke biçûk e. "