McMaster: Qeter û Tirkiye sponserên sereke yên ideolojiya Islamiya radikal in

Serşêwirmendê Serokê Amerikayê Herbert Raymon (HR) McMaster diyarkir ku, Tirkiye û Qeter sponserên sereke yên piştgirîkirina ideolojiyên radikal û terorîzmê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serşêwirmendê Serokê Amerikayê Herbert Raymon (HR) McMaster diyarkir ku, Tirkiye û Qeter sponserên sereke yên piştgirîkirina ideolojiyên radikal û terorîzmê ne.

McMaster di paneleke ku ji alî Policy Exchange li Waşingtonê hatî lidarxistin de diyarkir ku, “Sê metirsî û gef hemberî cîhanê û Amerikayê hene, du ji wan jî li herêma Rojhilata Navîn in. Hêzên revizyonist Çin û Rusya, Koreya Bakur û Îran ên ku piştgiriya terorê dikin û dixwazin çekên komkuj bidest bixin, ya sêyem jî grûbên radikal ên cîhadî ne.”

Herbert Raymon (HR) McMaster herweha destnîşankir: “Ideolojiya islamizma radikal hemberê mirovayetiyê metirsiyek mezin e. Di roja me ya îro de piştgirê sereke yên van hêzan Tirkiye û Qeter in, alîkariya wan herî zêde bi destê Qeter û Tirkiye pêk tê”.