Leşkerekî Tirk hat kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn

Li Bakurê Kurdistanê li bajarên Sêrt û Colemêrgê leşkerekî Tirk hate kuştin û 8 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê li bajarên Sêrt û Colemêrgê leşkerekî Tirk hate kuştin û 8 leşkerên din jî birîndar bûn.

Arteşa Tirkiyê li bajarê Sêrtê li çiyayê Çiravê dema li dijî PKKê operasyon bi rê ve dibir, mayinek ji aliyê gerîlayên PKKê ve hate teqandin.

Di encama wê teqînê de leşkerek hate kuştin 2 leşker jî birîndar bûn.

Li bajarê Colemêrgê li bajaroka Çêlê jî gerîlayên PKKê bi mûşekan êrîşê leşkerên Tirkiyê kirin û 6 leşker birîndar bûn.

 

S. B