Artêşa Sûryê hin navçeyên din li Dêra Zorê kontrol dike

Hêzên Artêşa Sûryê piştî şerûpevçûnan li dijî çekdarên DAIŞê, karîn rûbereke berfireh li gundewarê Dêra Zorê kontrol bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Artêşa Sûryê piştî şerûpevçûnan li dijî çekdarên DAIŞê, karîn rûbereke berfireh li gundewarê Dêra Zorê kontrol bikin.

Ajansa fermî ya Sûrî (Sana) ji ser zimanê jêderekî serbazî ragihand, ku yekîneyên Artêşê bi hevkariya hêzên alîgirên Hikûmetê, operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê destpê kirin û karên bêtirî 1000 K.M çargoşe kontrol bikin û ew navçe, bajarê El-Bûkemal bi sînorên Iraqê ve girêdide.

Heman jêderî diyar kir, ku di encama wê operasyonê de jî, hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û komgehên wan yên çekan hatin jinavbirin.

Çarşema derbasbûyî jî, Artêşa Sûryê çendîn gund û navçe li parêzgeha Dêra Zorê kontrol kir.

Berî du rojan jî, medya ser bi Hêzên Sûrya Demokrat ve, belav kir ku piştî 21 rojan ji destpêkirina operasyona Bahoza Cizîrê, şervanên wan karîn xwe bigehînin sînorên Iraqê.

Hêzên Sûrya Demokrat, piştî şerûpevçûnan li gel çekdarên DAIŞê, bi piştevaniya hêzên Hevpeymanan, gundê El-Zîba yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve kontrol kirin, ku 6 K.M ji sînorên Iraqê dûr e.

N.O