Dîplomatkarekî Firensî ji Kurdan dixwaze ji referandomê venegrin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nûnerê serokê Amerîka di hevpeymana dijî DAIŞê de Brett McGurk de, dostê gelê Kurd û kunsilê berê yê Firensa li Hewlêrê Frederic Tissot, di twittekê de nivîsandiye : “Hevalên min yên Kurd, ti carî jibîr nekin, ku hevalê we Henry Kissinger di sala 1975an de, ji piştve kêr li we da û rêketina Cezairê îmze kir.”
Frederic Tissot hişyarî da Kurdan ku ezmûna berê dubare nekin.
Tissot di twitta xwe de her yek ji serok Barzanî û Brett McGurk tag kiriye.
Ev hişyariya kunsilê berê yê Firensayê li Hewlêrê piştî civîna duh ya serok Barzanî li gel nûnerên serokê Amerîka, Birîtanya û Netewên Yekgirtî hat, ku daxwaz ji kurdan kirin piroseya referandomê beramber “bedîlekî baştir” paş bixin.