Rûsya ne ligel Operasyona rojhilatê Firatê ye

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov girêdayî Operasyoneke Tirkiye ser rojhilatê Firatê bangewaz kir ku, pirsgîrêk ne bi şer bi diyaloga siyasî bên çareser kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya ne ligel Operasyona rojhilatê Firatê ye. Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov girêdayî Operasyoneke Tirkiye ser rojhilatê Firatê bangewaz kir ku, pirsgîrêk ne bi şer bi diyaloga siyasî bên çareser kirin.

Bogdanov diyarkir: “Liser hewla Tirkiye ya pêkanîna Operasyoneke Tirkiye beramberî Kurdan li rojhilatê Firatê, bi hemû aliyên pirsgîrekê re, em dinav pêwendiyan de ne û daxwaza çareseriyê bi rêyên siyasî û diyalogê dikin”.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê di Civîna 11emîn a Komisyona Hukimetî ya Suriye-Rûsya de axifî: “Ligel Kurdan ûn dinav Sûriye û derveyî Sûriye de, em dinav pêwendiyê de ne, diyalogê berdewam dikin. Em daxwaza nêzîkahiyek aram dikin. Em di vê baweriyê de ne ku, diyalog û çareseriyên siyasî ji şer, wêrankirin û aloziyên çekdarî baştir e”.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan roja çarşemiyê anîbû ziman ku, di rojên nêzîk de, dê Operasyonê beramberî rojhilatê Firatê pêkbîn in.

 

 

C.B