KCK: Gefên Tirkiyê li dijî Qendîlê, bangeşeya hilbijartinan e

Mistefa Karasu: Operasyona li dijî Qendîlê, wê di navbera me û Tirkiyê de bibe sedema şerekî dijwar û ji wî şerî wê encamên mezin ên siyasî û dîrokî hebin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê KCKê Mistefa Karasu ragihand, ku gefên Hikûmeta Tirkiyê li dijî Qendîlê, tenê bangeşeya hilbijartinan e.

Mistefa Karasu derbarê gefên Tirkiyê yên li dijî Qendîlê gotarek belav kir û da zanîn, ku AKP ji bo desthilatdariya xwe berdewam bike, siyaseta şer birêve dibe.

Karasu got jî: Di çarçoveya siyaseta şer de, Tirkiyê şerê Efrînê kir û niha jî li dijî Qendîlê gefan dike. AKP bi van gefên xwe bangeşeya hilbijartinan dike. AKP ji tirsa têkçûna xwe, kare êrîşî Qendîlê bike, lê ewê şikestinek mezin bixwe.

Navhatî tekez kir, ku operasyona li dijî Qendîlê, wê di navbera wan û Tirkiyê de bibe sedema şerekî dijwar û ji wî şerî wê encamên mezin ên siyasî û dîrokî hebin.

N.O