Meşayix: Em vekirî ne ji bo danûstandinên bi rêjîmê re

Meclîsa Sûriyeya Demokrat (MSD) ku sîwana siyasî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ye amadekariya xwe ji danûstandinên bê merc bi rêjîma Sûriyê re diyar dike. Serkirdeyên wê jî dibînin ku diyalog awayê herî guncaw e ji çareseriya kirîza Sûriyê re. Serkirdeyên ENKS'ê jî dibînin ku bêyî civaka nav dewletî tu diyalog encaman nade.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Meclîsa Sûriyeya Demokrat (MSD) ku sîwana siyasî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ye amadekariya xwe ji danûstandinên bê merc bi rêjîma Sûriyê re diyar dike. Serkirdeyên wê jî dibînin ku diyalog awayê herî guncaw e ji çareseriya kirîza Sûriyê re. Serkirdeyên ENKS'ê jî dibînin ku bêyî civaka nav dewletî tu diyalog encaman nade.

Digel zêdebûna xwestekên rêjîma Sûriyê bi pêkanîna diyalogê bi HSDê re, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de amadekariya xwe ji danûstandinê re zelal dike. Endamê Desteya Siyasî ya MSD Mistefa Meşayix eşkere dike , ew bê şert û merc ji diyalogê re amade ne, lê ev yek nayê wê watê ku dê dev ji mafê xwe berdin. Tekez dike ku berdewamiya şer û tunebûna asoyên çareseriyê nemaze digel opozisyona ji derveyî Sûriyê ji sedemên erêkirina wan li ser diyalogê ye.

Mistefa Meşayix ji K24ê re wiha axivî: “Îro rewşa Sûriyê bi tevahî û rewşa Kurdî bi taybetî ew jî bi riya doyalogê re wê çareser bibin, ji ber ku me berî jî digot pirsa çareserkirina bi riya leşkerî ne mumkin e. Piştî 7 salên derbas bûyî jî tekez dike ku meselê leşkerî ti çareseriyê bi xwe nayine, ji ber wê jî em vekirî ne ji bo danûstandinan, ji bo çareserkirina krîza Sûrî bi tevahî.”

Ji aliyekî din ve, hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku dema rêjîma Sûriyê vexwendina diyalogê dike, tê wê watê ku di bin şert û mercên xwe de vê diyalogê dê bi rê ve bibe û dibînin ku ta niha rêjîma Sûriyê ti nîşanên rastiya vê xwestekê nedane diyar kirin. Endamê Emîndariya Giştî ya ENKS'ê Mihsin Tahir tekez dike, çi diyalog derbarê kirîza Sûriyê de pêk were pêwîst e di bin serperiştiya Netewên Yekgirtî û biryara 2254 de be.

Mihsin Tahir dibêje: “Krîza Sûriyê li gor biryarên navdewletî nemaze biryara 2254 bi riyeke astiyane çareser bibe û her du dewletên serperiştiya vê projê dikin Rûsya û Amerîka ew karibin tewafiqekê di navbera xwe de çê bikin, êdî wê pirsgirêka Sûrî çareser bibe, zêdeyî vê, ev lebta navxweyî li Şamê yan li Qamişlo ez dibêjim encamên wê têrê neke ku pirsgirêka Sûrî piştî vê qonaxa dirêj bê çareserkirin.”

Di her helkeftê de rayedarên rêjîma Sûriyê danûstandina niştîmanî çarçova herî guncaw ji çareseriya kirîza Sûriyê re dibînin, lê berûvajî wê hêzên opozisyonê vî awayî dibînin ku diyalogeke bê encam e û rêjîm tenê armancên xwe pêk tîne.