HAKPAR: Şer wêranbun û êş û jan e

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) liser gefên Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihişt K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)  liser gefên Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihişt K24.

Ev naveroka daxûyaniya HAK-PAR e:

Piştî serokkomar Receb Tayib Erdoğan ragehand ku qaşo tevgereke leşkerî beramber rojhilatê Firatê,di navbera du-sê rojan de wê destpêbike;roja 13 .12.2018’YAN, firokeyên leşkerî ên ertêşa Türkîyê, Iraqê herêma Kurdistanê Mexmur û Şengal û çîyayê Qereçûxê bombebaran kirin.
Wisan xuya dike ev bomberan nîşana destpêka tevgereke leşkerî a bi ser Rojavayê Kurdistanê ku wek rojavayê Firatê tê binav kirin, e.
Her weku tê zanîn Emrika (DYE) vê herêmê bi rêya HDS (Hêzên Demokratîkên Surîye) ku ji alîyê PYD (Partiya Yekîtîya Demokratik) ve hatiye damezrandin kontrol dike.Emrika vê hêzê (HDS) wek “hêzek navmalî ango wek hêzek herêmî hisab dike.
Türkîye jî ,ku PYD’ê wek pêroya PKK dizane; naxwaze ku bi destê Emrikayê li vê herêmê PYD xurt bibe.
Dîyare Turkîye ku siyasetek dijraberî a Kurdan dimeşîne,naxwaze ne PYD û ne jî tu hêzeke Kurd li ser ax û erdê xwe bibe xwedî statuyek.Turkîye vê yekê, ji bo xwe,wek xeterek mezin qebul dike û dikeve fikara .
Me vê sîyaseta dijraberî a Kurdan di dema gelpirsîn (referandum) a başurê Kurdistanê de jî , baş dîtibu.
Dîyare Erdoğan dixwaze di qonaxê hilbijartinên Herêmî de,şereke kontrolkar pêk bîne ku ,rohê milli bihêztir bike û girseyan zêdetir bi dewletê re bike yek.
Dexaleta Turkîyê li gor nîzam û hiquqê navneteweyî,ne lirê ye û ne meşrû ye.Lewra ev yek wê bibe sedema dijminatîyeke dirêj û neyartîyeke bêpayan.
Her wiha,lazime were zanîn ku piştî şer û pevçûnan,çawanîya sîyasî û idarî a Surîyê wê bi destê niştecîyên wê derê were tayîn kirin û avakirin.
Pişti evqas êş û jan û wêranbuyîn,heqe ku Kurd jî, li wê, li ser axa xwe, bibin xwedî maf û berjewendîyên reva.
Lazime Türkîye li vê helwestê rêz bigre.
Lazime ku Turkîye helwestên Kurda yên rewa ji bo xwe, wek xetere nebîne.Eger ev yek jibo Turkîyê tirs û xeterek tîne pêş, wisane, jibo ku ev tirs û xetere nemîne divê Türkîye,pirsa Kurdên dibin desthilata xwe de,bi şêwazek aştiyane û demokratîk çareser bike.
HAK-PAR li dijî hemu şereke.Lewra şer, malwêranî û xwîn rijandine, kuştin û mirine,êş û jane.Şer bîrînên kûr yên bêderman peyda dike, dibe sedemê dujminatî û neyertîyê.
HAK-PAR terefdarê çareserkirina pirsgirekan a bi rê û şêwazên,şaristanî, demokratîk û aştîyane ye.Lazime hemu pirsgirek bi guftugo û lihevkirinên mehqûl werin nikaş kirin û çareserkirin.
Wek Partîya Maf û azadîyan HAK-PAR,me navê ku Turkîye bikeve nav alozîyên ku ji alîyê Emrika (DYE) û Rusya û dewletên bicîbuyî ên navçe ve têne derxistin.Me navê ku Turkîye dijraberîya helwestên rewa yên gelê Kurd bike.Me divê ku Turkîye rêbazek birayane û dostane deyne ber xwe ji bo Kurdên di herêmê de dijîn.Lazime Turkîye siyasetek li gor maf û berjewendîyên herdu alîyan û her weha yê welatên cîran birêve bibe.Sîyasetek binirx û pak û dostane li gor mafê hemu gelên herêmê ye.
Şer û pevçûn ne çare ye.şer;wêranbuyîn û êş û jan e.
15.12.2018
Buroya Çapemenî

 

 

C.B