HDP: “DAIŞ li Palmîrayê û Tirkiye jî li Efrînê berhemên dîrokî têk dan”

Parlamentereke HDPê dibêje, DAIŞ li Palmîrayê çawa şûnwar û berhemên dîrokî têk dan, Tirkiye jî li Efrînê heman tiştan dike û dibe ku li Laheyê bê dadgehkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentereke HDPê dibêje, DAIŞ li Palmîrayê çawa şûnwar û berhemên dîrokî têk dan, Tirkiye jî li Efrînê heman tiştan dike û dibe ku li Laheyê bê dadgehkirin.

Cîgira Serokê Koma  HDPê Meral Daniş Beştaş da xuyakirin, Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li Efrînê nexweşxane bombebaran kirine û bûne sedemê kuştina sedan sivîlan.

Da zanîn, çawa DAIŞ li bajarê dîrokî yê Sûriyê Palmîrayê dever û berhemên dîrokî têk dane, Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê heman tiştî li Efrînê dike û têkdana peykerê Kawayê Hesinkar jî nîmûneya vê ye.

Beştaş got, çekdarên opozîsyona Sûriyê bermayiyên DAIŞ û El-Qaîdeyê ne û Tirkiye niha dixwaze wan li Efrînê bicîh bike ku wan wek xwediyên rasteqîne yên Efrînê nîşan dide.

Da xuyakirin, kuştina sivîlan, bombebarankirina nexweşxane û têkdana berhemên dîrokî tawanên mirovahiyê ne û dibe ku siberoj Tirkiye, li Dadgeha Navnetewî Laheyê bê dadgehkirin.

Tê zanîn jî, firokeyên artêşa Tirkiyê di roja 8emîn (27.1.2017) a operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser Efrînê, girê Eyn Dara yê şûnwarî 5. K.M li başûrê bajarê Efrînê bombebaran kiribû.

Girê Eyn Dara ya dîrokî, dîroka wê digihe 2000 sal berî zayînê û di sala 2011an de kete lîsteya rêxistina UNESCOyê. Dîroknas wî girî vedigerînin serdema Horî – Mîtanî 1200 berî zayînê, li wî girî şûnwarî peykerên curecur hene wek peykerên Ebû Hol, ajalên bibask, şêr, nexşeyên li ser kevirê reş û nivîsandinên bi tîpên Hieroglyphics hene.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê bi fermî di 20.1.2017an dest bi operasyona xwe ya leşkerî li dijî Efrînê kiribû û gelek cihên şûnwarî li Efrînê hatin topbaran û bombebarankirin, berî destpêkirina operasyonê jî û di roja 13ê Çileya bûrî de keleha Teqilkê ya dîrokî jî topbaran kir û di encamê de beşek ji wê kelehê wêran bû.

 

S. B