Cihan Keştiyek di derya Reş de binav dibe

Keştiyek di derya Reş de binav dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Keştiya barên zuha ya bi navê Geroi Arsenala ya ji Rûsyayê diçû Tirkiyê li gel 12 karmendên xwe ve di Deryaya Reş de noq bû.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê dane, keştî li nêzîkî tengava Kerçê noq bûye û zad dibir Tirkiyê.

Tê diyarkirin ji ber bahoza tund keştî dubeş bûye.

Ji aliyê din ve û li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa “Sputnik”, ji kesên winda bûne du kes welatiyên Rûsyayê ne.

Rayedaran ragihand ku keştî ya şirketeke Tirkî ye ku navê wê Guneş Shipping e.