Hamaney: Welatên Kendavê û Siûdî alîkariya “terorîstan” kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Êrîşa li bajarê Ehwaz li Iranê di numayişa serbazî de, li hember serbazên Iranê pêkhatî û di encam de nêzîkî 30 kesan hatî kuştin û zêdeyî 60 brîndaran heyî, bandora xwe hîn jî berdewam dike.
Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê da xûyakirin ku: “Êrîşbar ji alî Erebistana Siûdî û Emîratên Yekgirtî yên Ereb ve hatiye finance kirin û Amerika jî piştgiriya êrîşbaran kiriye”.
Tevgera Niştimanî ya Rizgarkirina Ehwazê berpirsiyariya êrîşa Ehwaz girtibû ser xwe.
Berpirsiyarên Îranê ragihandibûn ku, dê bi awayek tund tol a vê êrîşê bigrin.
C.B