HDP: Niha tu hêvîya me nîne
K24- Ankara
Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser egera proseyeke nû ya çareserîyê didomin. Piştî peyama Ocalan û bidawîkirina qedexeya hevdîtina li gel wî hêvîyên proseyeke nû ya çareserîyê careke din gur dibe. Rayedarên HDPê dibêjin, heta tecrîda ser Ocalan bi temamî neyê rakirin û grevên birçîbûnê neqedin aştî û çareserî nemimkun e. Şîrovekarên sîyasî jî didin zanîn ku Ak Partî û Erdogan wê zimanê xwe yê li hember Kurdan nerm bikin û ji bo hilbijartina Stenbolê jî wê xebateke taybet birêve bibin.
Piştî peyama rêberê PKKê Abdullah Ocalan û bidawîkirina qedexeya hevdîtina li gel Ocalan; li Tirkîye û bakurê Kurdistanê nîqaşa jinûve destpêkirina proseya çareserîyê hate rojevê. Herçiqas rayedarên Tirk bibêjin proseyeke nû nîne jî, zimanê sîyasetê ya li hemberî Kurdan hinek nerm bûye, heta hin pisporên nêzî hikûmetê di bernameyên televîzyonan de de dibêjin "brêz Ocalan" û tê gotin ku Ak Partî hewl dide bo hilbijartina Şaredarîya Stenbolê bi taybetî ji bo dengdêrên Kurd wê startejîyeke nû dîyar bike.
Gelo li Tirkîye û bakur egera proseyeke nû ya çareserîyê çiqas mimkun e? Rayedarên HDPê didin zanîn ku, divê serî de tecrîda ser Ocalan bi temamî bê rakirin lewre Ocalan her daîm peyama aştî û çareserîyê dide, mînaka herî baş jî manifestoya wî ya Newroza sala 2013an destnîşan dikin û radigihînin ku piştî wî peyamî proseya aştî û çareserîyê dest pê kiribû.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr-parlamentera HDPê,dibêje:"Mixabin desthilata AKPê hêvîyên demokrasî û çareserîyê jixwe ra kir qurban û proseya çareserîyê têk bir. Jixwe rewşa ku niha Tirkîye tê da ye encama bidawîkirina vê pêvajoyê ye. Piştî peyama Ocalan hikûmet da xuyakirin ku ew proseyeke nû nadin destpêkirin. Jixwe polîtîka û helwesta hikûmetê jî dûrê vê yekê ye. Heke ew aştî û çareserîyê dixwazin, divê ew serî da tecrîda ser Ocalan bi temamî rakin."
Rojnamegerên nêzî hikûmetê ne jî dibêjin wê Ak Partî û Erdogan bo hesasîyetên Kurdan xebateke taybet bide meşandin.
Ekrem Kızıltaş-rojnameger, dibêje:"Wisa dixuye ku wê piştî hilbijartina Stenbolê him di Ak Partîyê de him jî di kabîneyê de wê guhertin û revîzyonên hewce bên kirin. Li gorî min wê tifaqa li gel MHPê bidome. Lewre niha hewceyî bi MHPê heye. Lê helbet Ak Partî wê hizra dengdêrên Kurd jî bike û ez bawer im wê bi taybetî li ser Stenbolê wê xebateke dest pê bike ku dilê Kurdan bê xweşkirin."
Li alîyê din Raportera Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî dide xuyakirin ku riya demokratîkbûna Tirkiyê ew e ku, hemû mafên Kurdan nas bike û daxwazên wan bicîh bîne. Herwiha Hevserokê HDPê Sezai Temeli jî dide zanîn ku partîyên sîyasî di şûna neçîra dengên HDPê bikin, ji bo çareserkirina pirsa Kurd gav bavêjin.