Pispor: "Enqere û Şam dê zêdetir bihev re bixebitin"

Pispor dibêjin, dê rayedarên Enqere û Şam êdî rasterast bicivin û bihev re kar bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Encamên Lûtkeya sêqolî ya Soçiyê û egera rasterast hevdîtina Enqere û Şamê ji aliyê pisporên Tirkiyeyê ve tê nîqaşkirin. Li gorî piraniya pisporan êdî dema guncav ya hevdîtina Erdogan û Esed hatiye ku di lûtkeya Soçiyê de Moskow û Tehran di vî warî de zextê didan ser Enqereyê. Pispor dibêjin, dê rayedarên Enqere û Şam êdî rasterast bicivin û bihev re kar bikin. Pispor egera sereke jî rêlibergirtina statuyeke li Rojavayê Kurdistanê dibînin.

Karvedanên 4'emîn Lûtkeya Soçiyê ya ku bi beşdariya serokdewletên Tirkiye, Rûsya û Îranê di 14ê Sibatê de li Rûsyayê hat kirin berdewam dikin. Di 17 xalên encamnameya hevpar ya lûtkeyê de hat ragihandin ku her sê dewlet pabendî bi proseya Astanayê û Lihevkirina Soçiyê dikin.

Li gorî piraniya pisporên Tirkiyeyê, êdî dema pêkan ya rasterast hevdîtina Tirkiye û Sûriyeyê hatiye. Serokê KAFKASSAMê Dr.Hasan Oktay dibêje, jixwe hevdîtinên Enqere û Şamê di asta îstixbaratê de tên kirin, piştî vê dê pêngava hevdîtina serokdewletan were rojevê.

Serokê KAFKASSAMê Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got:"Naveroka herêma ewle hêj nediyar e, lewre gotûbêj berdewam dikin. Bo vê babetê helwesta Rûsyayê niha erênî ye û li gel Tirkiyeyê dixuye. Lê Îran bi argumana ku yekparebûna xaka Sûriyeyê wê bê binpêkirin li dijî herêma ewle derdikeve. Lê him bibîrxistina Lihevkirina Edeneyê, him jî dema em encamên Lûtkeya Soçiyê dinêrin, em dibînin ku prose ber bi aştî û hevdîtina Enqere û Şamê ve diçe."

Herwiha hin pispor didin zanîn ku herçiqas Tirkiye di lûtkeyê de bi temamî negihîştibe armanca xwe jî, dîsa lihevkirineke giştî encam daye. Li gorî pisporê peywendiyên navdewletî Prof.Dr.Sencer Îmer, Enqere û Şama ku di asta nizim de be jî bihev re dixebitîn, wê ji vir şûnve zêdetir bihev re bixebitin.

Akademîsyen Prof. Dr. Sencer Îmer dibêje: "Li Sûriyeyê çend daxwazên sereke yên Tirkiyeyê hene. Enqere di serî de yekparebûna xaka Sûriyeyê dixwaze. Li aliyê din dixwaze kêşeyên li Îdlib û Rojhilatê çemê Feradê bên çareserkirin, rê li ber koçên nû bigre û zemîneke ku bikaribin penaber lê vegerin ava bike. Li Soçiyê herçiqas tam negihîştibe encameke jî, li ser van xalan bi Moskow û Tehranê re gihîşt mitabeqetê."

Ji bo çareserkirina şerê Sûriyeyê çendîn civîn û lûtkeyên navneteweyî tên kirin. Ji xeynî civînên Cinevê, bi pêşengiya Tirkiye, Rûsya û Îranê di 23yê Çileya 2017an vir ve proseya formata Astanayê berdewam dike ku ev format wek rikberê Cinêvê hatibû nirxandin. Li aliyê din hat ragihandin ku wê 5emîn lûtkeya sêalî îja li Tirkiyeyê bê kirin.