Teqîn ii firokexaneya T4 ya serbazî li Himsê qewimîn

Rojnameya Weten ya Sûrî ragihand, “Embareke çekan li firokxaneya T4 ya serbazî ku dikeve gundewarê Himsê li navenda Sûriyê teqiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Weten ya Sûrî ragihand, “Embareke çekan li firokxaneya T4 ya serbazî  ku dikeve gundewarê Himsê li navenda Sûriyê teqiya.

Rojnameyê diyar kir, “Ji encama wê teqînê, hejmarek teqînên din çê bûn, ku ew navçe hejand in û gelek ziyanên madî li pey xwe hişt in.”

Wê rojnemeyê behsa ziyanên canî yên wan teqînan ne kir, lê li ser torên civakî belav bûye, ku ew teqîn ji encama êrîşekê bû ne.