"Polenda amade ye pêdiviyên navxwe yên Kurdistanê peyda bike"

Şêx Mistefa Ebdilrehman: Me dest bi dîtina navçeyeke din a bazirganî li gel welatan kiriye û niha çendîn welat amade ne, li şûna Îranê pêdiviyên bazarên Kurdistanê dabîn bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Yekîtiya Hawirdekar û Hinardekarên Kurdistanê Şêx Mistefa Ebdilrehman, di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku îro ew li gel çend kompaniyên mezin ên Polendî civiyan.

Şêx Mistefa Ebdilrehman diyar kir, ku di civînê de wan behsa dabînkirina pêdiviyên navxwe yên Herêma Kurdistanê kir û ji bo vê mebestê Polenda amadebûna xwe nîşan daye.

Navhatî zelal kir, ku wan dest bi dîtina navçeyeke din a bazirganî li gel welatan kiriye û niha çendîn welat amade ne, li şûna Îranê pêdiviyên bazarên Kurdistanê dabîn bikin.

N.O