HDP bi rêzekonferansan stratejiya hilbijartinan nîqaş dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şaxa Diyarbekirê; îro (06.01.2018) Konferansa xwe ya herêmî li dar xist. Ji bo konferansê, Parlementerên HDP’ê û rêveberên bajar û navçeyên derdora Diyarbekirê amade bûn.

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şaxa Diyarbekirê; îro (06.01.2018) Konferansa xwe ya herêmî li dar xist. Ji bo konferansê, Parlementerên HDP’ê û rêveberên bajar û navçeyên derdora Diyarbekirê amade bûn.

Ji aliyê HDP’a Diyarbekirê ve konferansa Herêmî hat lidarxistin. Konferans bi armanca amadekariyên ji bo Kongeraya Asayî ya Sêyemîn a HDP’ê hat rêvebirin. Nûnerên HDP’ê ragihand ku dê ev rêzekonferans li Bakur û Tirkiyê bi rêveberên bajar û navçeyên HDP’ê ve werin kirin û bi rêya dan û stendinê tê armanckirin ku ji bo stratejiyeke nû xebatên hevpar bên meşandin.

Hevserokê HDP’ê Selahadîn Demîrtaş jî di nameya ku dê ji bo hevserokiyê nebe namzet de bang li jin û ciwanan kiribû, ku di nav HDP’ê de cihê xwe bigirin, da ku HDP bi guherîn û nûkirina rêveber û kadroyên xwe bihêztir amadekariyên hilbijartinan bike.

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay di konferansa ku bi van armancan hat lidarxistin de got: ev krîza siyasî, ne krîzeke ji rêzê ye, hewl tên dayîn ku Komar û Tirkiye bê guherandin.

HDP dê sibê jî (07.01.2018) li Diyarbekirê  konferansa xwe bi rêveber û nûnerên jin ên partiya xwe re dewam bike.