YPG bo Rûsyayê: Piştgîriya Tirkiyê şaşîtiyeke mezin e

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo got, Rûsya bi helwesta xwe ya li hemberî êrîşên Tirkiyê li dijî Efrînê şaştiyeke mezin dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo got, Rûsya bi helwesta xwe ya li hemberî êrîşên Tirkiyê li dijî Efrînê şaştiyeke mezin dike.

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ji ajanseke nêzîkî YPGê re da zanîn, di van 3 hefteyên ji êrîşên Tirkiyê ên li ser Efrînê re, tê dîtin ku Tirkiye bi rengekî hov, bi hemû derfetên xwe, bi çekên giran êrîşê ser Efrînê dike.

Sîpan hemo amaje bi helwesta navdewletî a li hember êrîşa li dijî Efrînê kir û got, ev êrîş li ber çavê cîhanê dibin, lê cîhan bêdeng bimîne. Hin car caran hin helwestên biçûk dibin, lê bi rengekî cidî ti helwestek xuya nake.

Li ser helwesta Rûsyayê Fermandarê Giştî yê YPGê ragihand, Rûsya bawer dike ku Erdogan wê alîkariyê bi wan re bike, li Sûriyê ji bo ku aştî pêk were wê hevkariyê bi wan re bike û ji bo vê jî bawer dike ku li Sûriyê wê çareserî pêk were. Divê Rûsya baş zanibe ku siyaseta Tirkiyê ji ya ku tê xuyakirin pir kûrtir e. Tirkiye dixwaze li gor xwe hilmekê bistîne û dixwaze bibe Osmaniyên serdema nû.

Herwiha got, divê Rûsya bizane ku ev  siyaseta ku niha Tirkiyê li Efrînê dimeşîne, dê di pêşerojê de ji bo gelek deverên din wek Idlib û Helebê jî bê veguhestin.

Derbarê şerê ku niha li Efrînê rû dide hemo got, niha şer li 11 mihweran berdewam dike û wan heta niha ziyaneke mezin gihandiye artêşa Tirkiyê.

Artêşa Tirkiyê di 20ê meha bûrî de bi fermî êrîşa li ser Efrînê ragihand, fermandarên YPGê jî Rûsyayê tometbar dikin ku wê rê da firokeyên Tirkiyê êrîşî Efrînê bikin û komkujiya sivîlan bikin.